Serkirdeyê PSDKê: Kesî xêrek li Herêma Kurdistanê nekiriye!
PeyamaKurd – Serokê PSDKê Mihemed Hacî Mehmûd bal kişand ser karaktera destûrî ya Herêma Kurdistanê û got, "Divê Kurd hemû biryarên li dijî xwe red bikin."
Sekreterê Giştî yê Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê (PSDK) Mihemed Hacî Mehmûd bal kişand ser taybetmendiya destûrî ya Herêma Kurdistanê.
Muhammed Hacî Mehmûd got, “Tu kesî xêrek li Herêma Kurdistanê nekiriye, ev pêkhate li ser tepsiyeke zêrîn pêşkêş nekirine. Herêma Kurdistanê berhema xwîn û rondikên gelê xwe ye.”
Serokê PSDKê diyar kir, divê Kurd hemû biryarên li dijî xwe red bikin û got, “Berê jî peymanên qirkirina Kurdan hatibûn îmzekirin. Lê belê Kurdan şer kirin û ev peyman pûç kirin. “Kurd ne ketine bin bandora ti aliyekî ku wan ji bidestxistina mafên xwe yên rewa û pêkanîna şoreşa xwe dudil bike.
Serokê PSDKê daxwaz ji hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku weke mafekî niştimanî û destûrî li firotina petrolê berdewam be.
Hacî Mehmûd bal kişand ser yekitî û hevgirtina Kurdan û got, "Eger em yekîtî û hevgirtina xwe pêk bînin, ti hêz nikare li dijî me bixebite."

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin