Kinyazê Îbrahîm pîrozbahî li Mîr Hazim Tehsîn Beg kir

29 tîrmeh 2019 13:40
Kinyazê Îbrahîm pîrozbahî li Mîr Hazim Tehsîn Beg kir

PeyamaKurd - Serokê Federasyona Navnetewî ya Diyasporayên Kurdan (FNDK), Prof. Dr. Kînyazê Îbrahîm pîrozbahî li mîrê nû yên Êzdîyan Mîr Hazim Tehsîn Beg kir.

Îro yekşemê (28.07.2019) Prof. Dr. Kinyazê Îbrahîm pîrozbahî li mîrê nû yên êzdîyan Mîr Tehsîn Beg kir. Îbrahim di peyama xwe ya pîrozbahiyê de ragihandiye: “Hûn di demeke bona gelê kurd ne hêsan da hatine hilbijartin wek rêberê ruhanî yê êzdîyan, dema Kurdistan hewil dide bibe xwedîya mafên xwe yên sîyasî û erdinîgarî. Di van şertan da ola êzdîyan, him li Kurdistanê, him jî li welatên biyanî, ji rêberê xwe yê ruhanî li benda gavên biryardar e, bona navçeyên êzdîyan yên ji dest şêr da wêran û kavilbûyî careke din bên avakirinê û aramî bê herêma êzdîyan, bona kesên malên xwe terk kirine careke din vegerin warên xwe yên li Şengalê Êzdî beşeke miletê kurd e. Ew bedbextîya ku hate sere xûşik û birayên me, wê tu caran neyê jibîrkirin.”

Herwiha di berdewamiya peyamê de serkeftin ji Mîr Hazim Tehsîn Beg re hatiye xwestin û wiha hatiye gotin: “Em we nas dikin wek şexsekî parêzvanê yekîtîya gelê kurd û bi wê re tevayî hûn parastvanekî xurt yê dînê êzdîtîyê nin. Ez ji we ra saxlemîya baş, cansaxîyê dixwazim, bira Xudayê mezin di karê we da piştovanê we be, lê bona niştecîyên êzdî yên Kurdistanê û tevaya cihanê xweşbextîyê û gulvedanê dixwazim.”

Roja şemiyê (27.07.2019) li perestgeha Laliş, mîrê nû yê êzîdiyan Mîr Hazim Tehsîn Beg, ku çend roj berê ji aliyê Encumena Ruhanî ya Êzîdiyan ve wek mîrê nû hatibû destnîşankirin, di merasîmeka fermî de sond xwaribû û dest bi mîrîriyê kiribû.