Çavusoglu bi peyamekê Mîr Hazim Tehsîn Beg pîroz kir
PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu pîrozbahî li Mîr Hazim Tehsîn Beg ê kurê Mîr Tehsîn Beg ku wek mîrê êzidiyan hat hilbijartin kir.
Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu li ser hesabê xwe yê medya civakî Twitterê pîrozbahî li Mîr Hazim Tehsîn Beg kir û got: "Hazim Tehsîn Beg pîroz dikim ku weke mîrê nû yê êzîdiyan hatiye hilbijartin. Tirkiye dê li hemberî çalakiyên PKKê di serî de û ji tevahiya gefan kurdên êzîdî biparêz e."
Mîrê nû yê êzîdiyên Kurdistan û Cîhanê Mîr Hazim Tehsîn Beg piştî ku ji aliyê Encumena Ruhanî ya Êzîdiyan ve wek mîrê nû hatibû destnîşankirin, bi merasimeka fermî doh sond xwar û dest bi mîrektiyê kir.
Congratulations to Hazim Tahseen Beg for his election as the Yezidi Mir. #Turkey will continue to stand in solidarity with Ezidis against all threats targeting them, including the terrorist acts of PKK.
— Mevlüt Çavuşoğlu (@MevlutCavusoglu) July 27, 2019
Hêjayî bibîrxistinê ye, Mîr Hazim Tehsîn Beg doh piştî merasîmê li dijî daxuyaniyên rêveberên PKKê ku dibêjin, 'Şingal ne beşek Kurdistanê, lê beşek ji Iraqê ye' derketibû gotibû, 'Şingal erda Kurdistanê ye."

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin