‘Kim Jong-un'un krîza dil derbas kiriye û rewsa wî giran e’

21 nîsan 2020 14:54
‘Kim Jong-un'un krîza dil derbas kiriye û rewsa wî giran e’

PeyamaKurd – Hat îdiakirin ku Serokê Koreya, Bakur Kim Jong-un'un krîza dil derbas kiriye û rewşa wî giran e.

Rojnameya Daily NK ya ku navenda wê li Koreya Başur e, amaje kir ku jiyana Kim Jong-un'un di metirsiyê de ye û diyar kir ku îstîxbata Amerîkî li ser vê îdiayê lêkolînan dike.

Hat îdiakirin ku Serokê Koreya Bakur Kim Jong-un di 12ê Nîsanê de ji dikê xwe ameliyat bûye û rewşa wî ya tendirustiyê pir giran e. Rojnameya Daily NK ku navenda wê li Koreya Bakur e vê nûçeya xwe ya bi îdîa dispêrê çavkaniyeke ji Koreya Bakur.

Televîzyona CNNê ragihand ku îstîxbata Amerîkî li ser vê îdiayê lêkolînê dike. Rayedarekî îstîxbaratê derheqê mijarê de got herçiqas li ser jiyana Kim fikar hebin jî piştrast nekirine bê ameleiayt bûye û rewşa Kim giran e yan na.

Hikumeta Koreya Bakur ev îdia piştrast nekir û Partiya Komunîst a Çînê jî ji Reutersê re axivîne ku ew bawer nakin ev îdia rast be.

Kîm Jong-un herî dawî 11ê Nîsan beşdarî civîneke çapemeniyê bûbû. Ew beşdarî merasîmên rojbûna Kim II-sung ê damezirînerê wîwelatî nebûbû û ev yek jî bûbû sedema spekulasyonan.