Kiliçdaroglu ji bo ‘Helalî Xwestinê’ diçe Roboskê
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku wê Serokê Giştî yê Partiya Komarîya Gel (CHP) Kemal Kiliçdaroglu û hevsera xwe Selvî Kiliçdaroglu, di çarçoveya bangewaziya xwe ya meha Sibatê ya bi navê ‘helalî xwestinê’ de serdana Roboskiyê bikin.
Li gorî ragihandina medya Tirk, Kilicdaroglu û şanda ligel wî sibe 4ê Tebaxê diçin navçeya Qileban a Şirnexê û ji wir jî serdana Roboskiyê dikin û bi malbatên komkujiya Roboskê re ji bo ‘helalî xwestinê’ hevdîtinê dikin.
Serokê CHPê Kemal Kilicdaroglu di meha Sibatê de, bi hinceta lihevkirin û pêkanîna aştiyê bangek li hemû aliyên ku Tirkiyê hatine mexdûrkirin kiribû û ji bo bûyer û mexduriyetên li Bakurê Kurdistanê çêbûne jî daxwaza ‘helalî xwestinê’ kiribû.
8ê Kanûna 2011an di bombardimana balafirên şer ên Tirk de, li Roboskê 34 kes piraniya wan zarok hatibûn şehîdkirin ku ew bûyer wek yek ji komkujiyên li ser Kurdan hatine kirine, ketiye dîrokê. Doza hiqûqî ya Roboskê jî ji ber xemsariya aliyên siyasî negihîştibû ti encamekê û malbatan jî wê demê peşnîyara qerebûkirinê ya hikûmeta Tirkiyê red kiribû.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin