'Kemal Kiliçdaroglu diçe naveda giştî ya CHP'
Şêwirmendê nû yê çapemeniyê yê Kemal Kılıçdaroglu yê ku bi biryara dadgehê wek serokê CHPê hate destnîşankirin Atakan Sonmez got: "Serokê CHPê li ku derê be, navenda partiyê jî li wir e. Bawer bikin ku Kiliçdaroglu dê here navenda giştî ya CHPê."
RûpelNews - Sonmez ragihand ku raporên derbarê tayînkirinên Kılıçdaroğlu yên ji bo Lijneya Rêveber a Navendî ya CHPê ne rast in û got: "Kemal Kılıçdaroglu ji ber pirsgirêkeke dengê xwe nikarîbû daxuyaniyekê bide."
Şêwirmend Sonmez got, "Heke dengê wî hinekî baş bibe, dibe ku ew dê daxuyaniyeke kurt bide. Ew ê ne bibe konferanseke çapemeniyê ya dirêj, lê dibe ku ew hin agahiyan bide."
Sonmez diyar kir ku dema wezîfeyê, bi agahdariya ku ji Kılıçdaroglu re hat dayîn dest pê nekiriye û da zanîn, dema wezîfeyê bi biryara dadgehê ya duh dest pê kir.
Sonmez ragihand di demeke herî nêz de Kiliçdaroglu dê here navenda giştî ya CHP û li wir dest bi xebatan dê bike.
