Ji Kiliçdaroglu li Diyarbekirê bernameya ‘Helalî xwestinê’: Bedel her çi be jî em ê astiyê bînin!
PeyamaKurd – Serokê Giştî yê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Kemal Kiliçdaroglu, bernameya xwe ya Diyarbekirê ku şeva borî dabû destpêkirin berdewam dike. Kiliçdaroglu di axaftina xwe ya bo ciwanên CHPê de got, 'Bedelê wê çi dibe bila bibe em ê aştiyê bînin û bi hev re bi ser bikevin.'
Kiliçdaroglu li Diyarbekirê pêşî çû serdana malbatên ku li ber avahiya HDPê nobedariya zarokên xwe yên gihîştine PKKê dikin kir û piştre jî çû sernada dayika Selahaattîn Demirtaş.
Serokê CHPê îro 10ê Adarê jî di çarçoveya daxuyaniyên xwe yên derbarê ‘helalî xwestinê’ de bi hejmarek jin re di taştê de hat ba hev.
Di bernameya taştê de hevjîna Serokê Baroya Diyarbekirê yê berê Tahir Elçî ku sala 2015an li ber Minareya Çarling dema daxuyanî dida hatibû qetilkirin Turkan Elçî, hevjîna Şaredarê hilbijartî yê Diyarbekirê Selçuk Mizrakli yê niha girtî ye û li şûna wî qeyûm hatiye danîn Zeynep Mizrakli, Parêzer Nurcan Kaya, Parêzer Ferde Laçin, Parêzer Zulal Erdogan, Seroka Weqfa KAMERê Nebahat Akkoç, Seroka Komeleya Karsazên Başûr û Rojhilat Rojda Yilmaz û mamoste Ayşe Çelîk ku piştî gotinên ‘Bila zarok nemirin’ di bernameyeke televizyonê de gotibû, hatibû girtin beşdarê kirin.
Kiliçdaroglu piştî bernameya taştê çû Mala Dengbêjan guhdariya dengbêjan wan kir.
Serokê CHPê herwiha di bernameyeke bo ciwanan de jî beşdarî kir û li wir axaftinek kir. Kilicdaroglu got, em ê ji şer dûr bisekirin û li hemû herêmê 'Rojhilata Navîn' di nav aramî û aştiyê de bijîn.
Kiliçdarglu herwiha got, "CHP gavên girîng davêje di çarçoveya partiya gel de. Em ê zalim bin ne jî zilmê bikin, em ê ligel hev pergaleke heqî û mirovî werînin."

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin