Bernameya Newroza Diyarbekirê hat eskerekirin!

21 adar 2024 12:43
Bernameya Newroza Diyarbekirê hat eskerekirin!

PeyamaKurd – Fînala pîrozbahiya Newrozê ya ku di 15ê Adara îsal de bi dirûşima "Rabe dema azadî û serkeftinê ye" destpê kir, îro li Diyarbekirê (Amed) tê lidarxistin.

Navnîşana pîrozbahiya Newrozê ya bi heybet wek her sal Parka Newrozê ya navçeya Rezan (Bağlar) e.

Têketina qada Newrozê wê saet di 08.30 de destpê bike. Têketin wê bi 6 deriyên cuda ve were kirin. Porta protokolê wê cuda be.

Piştî pêxistina agirê Newrozê wê Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk û aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Aynur Sarica axaftinê bikin.

Hunermend Xezel Mistefa wê derkeve ser dikê û piştre namzetên Hevşaredarên Partiya DEMê Serra Bucak û Dogan Hatûn wê silavan li temaşevanan bikin.

Piştî vê yekê wê Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgûn Uçar axivî û hunermend Faraj Alî Pûr wê derkeve ser dikê.

Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Cengîz Çîçek dê nirxandinên Newroza salên borî yên Rêberê PKKê Abdullah Ocalan bixwîne.

Piştî xwendina peyama Ocalan wê Leyla Zana axaftinekê bike. Bername wê bi ketina ser dikê hunermenda Tûnisî ya li cîhanê bi navûdeng Emel Matlûthî bidome.

Axaftvana dawî ya bernameyê wê Hevserokê Giştî yê DEMê Tuncer Bakirhan be. Bername wê bi derketina hunermend Mikaîl Aslan û Arhat bi dawî bibe.

Axaftin wê di navbera 5 û 10 deqîqeyan de bin.