Kibrisê giliyê Tirkiyê li Dadgeha Laheyê kir

06 berfanbar 2019 00:54
Kibrisê giliyê Tirkiyê li Dadgeha Laheyê kir

PeyamaKurd - Serokê Kibrisê Nikos Anastasiades ragihand, ji ber destdirêjiya Tirkiyê li ser çavkaniyên Kibrisê yên deryayî, wan li Dadgeha Edaletê ya Navneteweyî ya Laheyê giliyê Tirkiyê kiriye.

Li gorî ragihandina Reutersê Nikos Anastasiades gotiye, ji bo parastina made û çavkaniyên deryayî ku Tirkiye destirêjiyê lê dike, welatê wî xwe spartiye Dadgeha Edaletê ya Navneteweyî ya Laheyê.

Anastasiades da zanîn, "Kibris bi hemû şêweyên qanûnî yên mimkun, parastina mafên xwe yên rêveberiyê dike, bi taybet ji bo vê me giliyê xwe gihand Laheyê."

Serokê Qibrisê herwiha diyar kir: "Kibrisê hewl da ku bi rêya balyozxaneya Tirkiyê ya li Atînayê li ser mijarê gotûbêj bike, lê nehat qebûlkirin. Ji ber vê jî me giliyê xwe ji bo cihekî din şand."