Medya Îtalî: Dadgeha Laheyê gilînameya tawanên Tirkiyê yên li Libyayê qebûl kir

19 adar 2021 21:26
Medya Îtalî: Dadgeha Laheyê gilînameya tawanên Tirkiyê yên li Libyayê qebûl kir

PeyamaKurd - Dadgeha Tawanên Navdewletî ya Edaletê ku li bajarê Lahey ya Netherlandê (Hollanda) ye, gilînameya Rêxistina Qûrbaniyên Terorê ya Libyayê ku li ser tawanên Tirkiyê û hikûmeta Wîfaq a Fayiz Serac li Libyayê hatibû pêşkeşkirin, qebûl kir.

Dadgeha Lahey di bin navê “Dijminatiya Tirkiye li dijî Libyayê” gilînameya ji aliyê Rêxistina Lîbyayî ya qurbanên terorê bi hevkariya navenda Avro-Asyewî ya lêkolînan hatiye pêşkêşkirin, qebûl kir.

Ajansa nûçeyan Nova ya Îtalî, ragihandiye ku di vê gilînameyê de, serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, hejmarek efserên leşkerî yên Tirk, serokê berê yê hikumeta Wîfaqê Fayiz Serac û hejmarek berpirsyarên hikumeta wî têne tawanbarkirin.

Di gilînameyê de hatiye gotin, “Erdogan, Serac û hemû kesên navên wan tê de hatine danîn, 20 tawanên şer ên li dijî qanûna navdewletî li ser xaka Libyayê kirine.

Herwiha hatiye destnîşankirin ku gelek caran peymanên NY û Konseya Ewlekariyê û biryara jimar 1970 ya qedexeya şandina çekan bo Libyayê jî hatiye binpêkirine.

Rêxistina Libyayî ya qurbanên terorê, belgeyên 20 tawanên şer, ku di nava wan de tawanên dijminane, komkujîyên kuştin, ziyankirin, birçîkirin û tawanên wêrankirina mal û milkan û desteserkirina wan, veguhestin û perwerdekirina çekdaran û hwd hene, pêşkêşî dadgeha navdewletî kirin.

Herwiha Grûba Karê Siyasî ya girêdayî Komîteya Şopandinê ya Navdewletî bo Libyayê, teqezî li ser vekişandina yekser û bê merc a hemû hêzên biyanî û çekdarên kirêgirtî ji xaka Libyayê kir daku hilbijartinên Libyayê di pêvajoyeke zelal a dûrî gefan de bêne kirin.