Ketîbeyên Hizbullah: Armanca Tirkiyê kontrolkirina petrol û gaza Iraqiyan û kontrolkirina Rêya Hevrîsim e

20 nîsan 2022 15:58
Ketîbeyên Hizbullah: Armanca Tirkiyê kontrolkirina petrol û gaza Iraqiyan û kontrolkirina Rêya Hevrîsim e

PeyamaKurd Ketîbeyên Hizbullaha Iraqê di derbarê operasyonên leşkerî yên Tirkiyê de daxuyaniyek belav kir û da zanîn, hewldaneke ji bo kontrolkirina petrol û Rêya Hevrîşim û pêkanîna xewna siltanên Osmanî ye.

Ketîbeyên Hizbullaha Iraqê di daxuyaniya xwe de diyar kir: “Operasyonên leşkerî yên Tirkiyê, binpêkirineke zelal a serweriya Iraqê ye ku armanc kontrolkirina petrol û gaza Iraqiyan û kontrolkirina Rêya Hevrîşim e.”

Herwiha Hizbullaha Iraqê eşkere dike ku binpêkirina serweriya welat, zengilekî metirsîdar e û divê helwesteke ciddî ji aliyê berpirsên hikûmî û herwiha saziyên emnî Heşda Şabî ve bê pêşandan û dide zanîn: “Divê berevaniya welat bê aktîvkirin ligel xistina tevgerê ya civakê, da ku guşarê bixin ser berjewendiyên Tirkiyê.”