Projeyasaya astengkirin û kontrolkirina medya civakî çû ber parlamena Tirkiyê

21 tîrmeh 2020 21:14
Projeyasaya astengkirin û kontrolkirina medya civakî çû ber parlamena Tirkiyê

 PeyamaKurd - Bi pêşniyara partiya deshilatdar AKPê projeyasayek bo sînordarkirin, kontrolkirin û astegkirina medya civakî bo parlamena Tirkiyê hat pêşkeşkirin.

Serokwekîla Koma AKP’ê Ozlem Zengîn piştî pêşkeşkirina projeyasayê bo seroktiya parlamenê got ku ew dê sererastkirinên derfeta lêpirsîn û şopandinê bide di yasayê de pêk bînin.

Serokê Giştî yê AKPê û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan demek berê dabû xuyakirin ku ew ê ji bo kontrolkirin yan jî girtina medya civakî gavan bavêjin.