Iraq: Armanca me bi hemahengî bi Pêsmerge re planeke berfireh ji bo kontrolkirina sînor pêk bînin

28 tîrmeh 2022 13:59
Iraq: Armanca me bi hemahengî bi Pêsmerge re planeke berfireh ji bo kontrolkirina sînor pêk bînin

PeyamaKurd – Şandeke pilebilind a ewlekarî û leşkerî ya Iraqê, serdana çend xalên sînorî yên parêzgeha Duhok a Herêma Kurdistanê kir û da zanîn, armanca wan ew e ku mezinahiya belavbûna Tirkiyê bizanin û bi hemahengî ligel Pêşmerge planeke berfireh ji bo kontrolkirina sînorê navbera Iraq û Tirkiyê pêk bînin.

Li gor zanyariyan, şandeke pilebilind a ewlekarî û leşkerî ya Iraqê bi serokatiya Cîgirê Fermandarê Giştî yê Operasyonên Hevbeş û Fermandeyê Giştî yê Hêzên Sînorî roja Sêşemê serdana çend cihên parêzgeha Duhokê û Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê kir û di heman  demê de balafirên Tirkiyê çend cih li deverên çiyayî yên Duhokê bombebaran kirin.

Hat ragihandin ku zêdetirî 80 xalên çavdêriyê li parêzgeha Duhokê û Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê bi dirêjahiya zêdetirî 150 kîlometreyan hatine danîn.