Kesekî çermeres bû Fermandarê Gistî yê Hêzên Asmanî yên Amerîkayê
PeyamaKurd – Li demeke ku piştî kuştina George Floyd ê çermereş ji aliyê polîsekî ve protestoyên dijî nijadperestiyê berdewam dikin de, di dîroka Amerîkayê de cara yekem kesekî çermereş bû Fermandarê Giştî yê Hêzên Asmanî yên wî welatî.
General Charles Brown Jr. ku Fermandarê Hêzên Asmanî yên Pasîfîkê bû, li senatoya Amerîkayê li beramber 0 dengên na bi dengê 98 belê ji bo peywira Hêzên Asmanî yên Amerîkayê hat erkdarkirin.
Charles Brown Jr. berê jî li Rojhilata Navîn di Fermandariya Navendî de cî girtiye û ji Tîrmeha 2016an heta Tîrmeha 2018an jî fermandariya hêza asmanî ya fermandariya navendî kiriye.
Brown piştî erkdarkirina bo posta Fermandariya Giştî ya Hêzên Asmanî bi vîdyo konferansê got ku kandîdkirina wî ya bo vê erkê hem hêviyeke mezin dide hem jî berpirsiyariyeke zêde dixe ser milên wî ku ew hêvî dike nijadperestî û cudaxwaziya sedan salan berdewam e di nav hêzên Amerîkayê de bidawî bîne.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin