Kerry: Trump xiyanet li Kurdan kir

27 cotmeh 2019 01:37
Kerry: Trump xiyanet li Kurdan kir

Siyasetmedarê Amerîkî John Kerry, beşdarî CNN Înternetîonal bû û di derbarê Kurdan û ÎŞÎDê de axivî.

Kerry, anî zimên ku di şerê li dijî ÎŞÎDê de Kurd hevkarên sereke ne û got: “ Hêzên Kurd bi kontrolkirina sînorên Tirkîye – Sûrîyê de rê li ber derbasbûna ÎŞÎDê girt “.

John Kerry, rasterast helwesta Serokê Amerîkayê Trump rexne kir û dîsa got: “ Helwesta serok a li hember Kurdan xiyanetek mezin bû. Bi vê biryarê rê ji Erdogan re vebû ku êrîşê bike. Bi vê biryarê ji bo çareserkirina qeyrana li Sûrîyê destê Amerîkayê jar bû“.