Îranê bertekeke tund da: Trump xiyanet kir

30 gulan 2026 13:04

Şêwirmendê Rêberê Olî ê Îranê Elî Xameneyî û Fermandarê Giştî yê berê yê Sûpaya Pasdaran, General Muhsin Rizai got ku Serokê Amerîkayê Donald Trump ji ber "daxwazên xwe yên zêde", wekî domandina dorpêça deryayî, careke din "xiyanet li dîplomasiyê kiriye".

Îranê bertekeke tund da: Trump xiyanet kir

RûpelNews - Di peyameke ku li ser platforma medyaya civakî ya şîrketa Amerîkî X parve kir de, Rizai li ser geşedanên derbarê pêvajoya danûstandinên bi Amerîkayê re axivî.

Şêwirmendê Rêberê Olî yê Îranê di peyama xwe de wiha got:

"Serokê Amerîkayê ji bo cara sêyemîn xiyanetê li dîplomasiyê dike. Bi domandina dorpêça deryayî û kirina daxwazên zêde di danûstandinan de, wî careke din îsbat kir ku ew ji bo danûstandinê ne guncaw e û li pey rojeva din e."