Kenya: Di balafira ketî de 10 gestiyarên Macar û Alman mirin
28 cotmeh 2025 22:29
PeyamaKurd- Hate ragihandin ku îro 28ê Cotmehê danê sibehê, li bajarê Mombasa yê Kenyayê balafireke piçûk ket ku 11 kes tê de bûn.
Li gorî zanyariyên dawî, di balafira ku li nêzî navçeya Kwale ya Mombasayê ketiye de ji 11 kesên can dane 8ê wan geştiyarên Macarî û 2 jî Almanî bûn.
Hate diyarkirin ku pîlot jî Kenyayî bûye ku wî jî di qezayê de can daye.
eştiyaran dixwest bi balafirê biçin kampa Safariyê ya di nav Parka Niştimanî ya Maasai Marayê.
Di balafira ketî de ti kes rizgar nebû.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Wezîrê Azerî: Li ser balafira ketî bermayiyên destwerdana derve hene
27 brf 2024
Jiyan
Di balafira ketî de 9 kes kêliya dawî ji mirinê rizgar bûn
11 tbx 2024
Cîhan
Di balafira ketî de 11 kurd hebûn
19 sbt 2018
Magazîn

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin