Keçeke Êzîdî piştî 11 salan ji DAIŞê hat rizgarkirin
Keçeke Êzîdî bi navê Cemîla Babîr Hacem, piştî 11 salan ji destê DAIŞê hat rizgarkirin û gihişt malbata xwe.
RûpelNews - Nivîsgeha Rizgarkirina Revandiyên Êzîdî rizgarkirina keçeke Êzîdî ya bi navê Cemîla Babîr Hacem ragihand. Cemîla ku xelkê komalgeha Tel Qasab a Şingalê ye, di dema êrîşên rêxistina terorîst a DAIŞê de hatibû revandin.
Li gorî zanyariyan, Cemîla Babîr dema ku hatibû revandin tenê 7 salî bû. Ew tevî 7 endamên malbata xwe ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatibûn revandin. Heta niha piraniya endamên malbata wê hatine rizgarkirin, lê çarenivîsa bavê wê hîn jî ne diyar e.
Amarên revandiyan
Bi rizgarkirina Cemîlayê re, hejmara kesên ku ji destpêka fermanê û komkujiya Êzîdiyan ve hatine rizgarkirin, gihişt 3 hezar û 596 kesan. Nivîsgeha Rizgarkirina Revandiyên Êzîdî amarên fermî yên dawî bi vî rengî eşkere kirin:
- Hejmara giştî ya revandiyan (3ê Tebaxa 2014): 6 hezar û 417 kes.
- Hejmara kesên hatine rizgarkirin: 3 hezar û 596 kes.
- Hejmara kesên ku çarenivîsa wan ne diyar e: 2 hezar û 551 kes.
Nivîsgehê destnîşan kir, hewildanên wan ên ji bo dîtin û rizgarkirina revandiyên mayî berdewam dikin. Ev prose bi hevahengiya ligel aliyên peywendîdar û kesayetên xwebexş têne meşandin, da ku qurbaniyên mayî li herêmên cuda werin dîtin û vegerandin bo nava malbatên wan. (Çavkanî: Kurdistan24)
