KCK: Wê tevgera me, li ser pêvajoya ku Öcalan pêsde bibe, dê tevbigere
PeyamaKurd – Koma Civakên Kurdistan (KCK) li ser pêşdeçûnên dawiyê daxwuyanî da û got:
“Tevgera me, bi temamên pêkhateyan ve, wê li gora pêvajoya ku Abdullah Öcalan pêşde bibe, tevbigere.”
KCK, li ser hevdîtina bi serokê PKKê Abdullah Öcalan re li Îmraliyê ya di di 23 ê Cotmehê de hevdîtina ku hat kirin de, daxwuyaniya nivîskî da û got:
“Eger şertên tenduristiyê, ewlehiyê û xebatê ji bo Öcalan nên amadekirin, pêşdeçûn nabe.”
Li ser êrîşa TUSAŞê jî KCK ragihand ku wê di mijarê de HPG daxwuyanî bide û dewam kir:
“Öcalan, muhatab û muzakerevanê tevgera me ye, îrada xelkê û pirsgirêka çareseriya demokratîk e. Di 23 ê Cotmehê de, bi serok Apo re hevdîtinekî çêbûye. Apo peyamên ku xwestiye, gihandiye raya giştî. Piştî 5 salan hevdîtina bi Apo re gelek girîng e. Sitendina agahiyan ji Apo; me, xelkê me û dostên me kêfxweş kiriye. Lê weka serok Apo jî gotiye, tecrîd nerabûye û dewam dike.
Serok Apo gotiye ku şert bên amadekirin, wê berprisyariya xwe ya ji bo çareseriya demokratîk ya pirsgirêka Kurd bicîh bîne. Divê ev gotin ji aliyê herkesî de, baş bê fêmkirin. Kesên bang kirine û tewrê xwe yê ji bo çareseriyê danîne ortê û kesên destekê dane, divê li gor pêdiviyê tevbigerin. Ji ber wê, divê şertên tenduristiya Apo, ewlehî û şertên xebata wî amade bikin. Eger şertan amade nekin, bi serok Apo re diyaloga bilez, şertên danûsitendinê nên amadekirin, ne mumkune ku serok Apo rola xwe bileyîze û divê niyeta xwe nîşan bidin
Em, hevdîtinê baş qebûl dikin. Lê tecrîda ser Apo ranebûye û dewam dike. Apo bi xwe gotiye. Divê tecrîda serê rabe.
Tevgera me muhatabê çareseriya pirsgirêka Kurd ya demokratîk Apo dibîne. Ji bo aştî bibe, divê Tirkiye Apo bike muhatabê xwe. Em wekî tevger, çareseriya Kurd di demokratîzebûna Tirkiyê de dibînin û me vêya gelek caran gotiye.”
KCK li ser bûyera Ankara ya ser TUSAŞê jî weha gotiye:
“Tê gotin ku bûyera li Ankara ji aliyê tevgera me de hatiye kirin. Eger tevger ji aliyê me de hatibe kirin, wê HPG daxwuyaniya pêdivî bide. Lê wekî tê gotin; ti tekiliya vê bûyerê bi vê pêvajoyê re tine. Bûyerê kirin bahane û êrîşê ser ser Rojava, Şengal û sehayên parastina medyayê kirin. Ev nayê qebûlkirin…”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin