Kazimî ji artêsa Iraqê xwest, dema destdirêjîyan di amadebasiyê de be!
PeyamaKurd - Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî, piştî êrîşa ser havîngeha Zaxoyê ku 9 welatiyên Iraqê hatin kuştin, îro Pêncşemê 21ê Tîrmehê wek Serokwezîr û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar serperiştiya civîneke ligel serkirdeyên ewlehî û serbazî yên Wezareta Berevaniya Iraqê kir.
Kazimî di civînê de, ji artêşê daxwaz kir, di vê qonaxê de bala xwe bidin zanyariyên îstixbaratî û asta perwerdeya serbazî jî bilind bikin, bi awayekî berdewam di dema hebûna gefa teror û destdirêjiya bo ser axa Iraqê de, di amadebaşiyê de bin.
Ofîsa Ragihandinê ya Serokwezîrê Iraqê îro 21ê Tîrmeha 2022yan daxuyaniyek belav kir û ragihand, Mistefa Kazimî di civînê de bal kişand ser rola artêşa Iraqê û got, ji destpêka ragihandina kabîneya wî ve, ji bo damezrandina saziyeke serbazî ya bihêz, piştevaniya artêşê kiriye, da ku bi vê rêyê sînorên Iraqê û welatiyên wê parastî bin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ji ber binpêkirinên doh ên li Zaxoyê, divê artêş di perwerdeyê de berdewam be û pêwîstiyên wê werin dabînkirin, da ku di dema hebûna destdirêjiyê de, ji bo rûbirûbûnê amade be.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin