Kazimî roja hilbijartinên Iraqê eskere kir û ji rêxistinên navdewletî alîkarî xwest
PeyamaKurd - Serokwezîrê Iraqê Mistafa Kazimî ragihand ku ew li ser pêkanîna hilbijartinên Iraqê di roja 6ê Hezîrana 2021ê de rij din.
Kazimî bang li xwepêşenderan kir ku li hember aliyên têkder hişyar bin û da xuyakirin, "Me ji bo parastina xwepêşanderan biryarên tund derxistine."
Kazimî di daxuyaniya xwe de wiha got: "Armanca sereke ya Hikûmetê amadekirina hilbijartineke paqij, azad û dadperwerane ye. Me roja 6ê Hezîrana 2021'an destnîşan kir, ji bo hilbijartinan. Û em rijd in li ser vê rojê. Me kar kir û em kar jî dikin bo alîkariya komîsyona hilbijartinan. Ji bo temamkirina amadekariya xwe, bo vê roja dîrokî. Bi taybet piştî ku civata nûuneran mekanîzma yasaya hilbijartinan temam dike"
Serokwezîrê Iraqê alîkarî ji dezgeh û rêxistinên navneteweyî xwest ku çavderiya hilbijartinan bikin, da ku pêvajo bi awayekî zelal û paqij birêve biçe.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin