Karsazê Kurd kete koma parêzvanên pêsketina berdewam a Neteweyên Yekbûyî

21 tîrmeh 2022 20:03
Karsazê Kurd kete koma parêzvanên pêsketina berdewam a Neteweyên Yekbûyî

PeyamaKurd - Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres, karsazê kurd ê li Amerîkayê, Hamdî Ulukaya wek endamê Armancên Pêşketina Berdewamî ya Neteweyên Yekbûyî destnîşan kir.

Alîkarê Berdevkê Neteweyên Yekbûyî Ferhan Heq li Navenda Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ya li New Yorkê, di civîneke rojnamevanî de ragihand: “Di nava qeyranên mirovî yên ku cîhan pê re rû bi rû ye, Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres biryar da ku CEOyê Chobani Hamdî Ulukaya bike nav koma parêzvanên Armancên Pêşketina Berdewam.”

Berpirsê NY diyar kir, “Armancên Pêşketina Berdewam, plana cîhanê ya ku destnîşan kiriye ew e ku heya sala 2030yî pêşerojek tenduristir, kesktir û domdartir ava bike. Ez kêfxweş im ku pêşwaziya birêz Hamdî Ulukaya li vê koma parêzvanan dikim ku di warê karsazî û alîkariyên mirovahî de rêberekî îlhamê ye. Hamdi Ulukaya ji Tirkiyeyê karsaz, çalakvan û xêrxwaz e ku ji bo entegrasyona gerdûnî ya penaberan û peydakirina xwarinên baş ji bo her kesî dixebite. Weqfa wî sektora taybet seferber dike da ku derfetên aborî ji zêdetirî 25 mîlyon penaberan re li seranserê cîhanê peyda bike.”

Hêjayî gotinê ye, armancên Pêşketina Berdewam ên ku di sala 2015an de ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve ketine pratîkê, bi 13 Armancên Pêşketina Domdar, hewil dide pirsgirêkên curbecur ên wekî xizanî, birçîbûn, perwerdehî û guherîna avhewayê ji bo pêkanîna aştiya cîhanî çareser bike.