Kamyonet di helan de çû xwarê: 2 birîndar
05 gulan 2021 02:40
PeyamaKurd – Li bajarê Semsûrê li navçeya Kolikê (Kahta) kamyoneta ku sebze û meywe barkirî bû di helan de çû xwarê û di encamê de 2 kes birîndar bûn.
Qeza ber destê êvarê di navbera Kolik û Semsûrê de çêbû. Kamyonet piştî ji kontrola ajotvan Ramazan Sandı derket, qeza çêbû û bi hevalê cem xwe re bi Yusuf S. re birîndar bû.
Piştî agahdarkirina tîmên tenduristiyê, tîm çûn ciyê bûyerê û birîndaran birin nexweşxana Kolikê ya dewletê bo dermankirinê.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin