Li Elazîzê kamyonetek ji rê derket: 4 birîndar
Li navçeya Qaraqoçan a Elazîzê, dema ku kamyonetek kontrola xwe winda kir û ji rê derket û gêr bû, çar kes birîndar bûn.
RûpelNews - Qeza li nêzî gundê Okçular qewimî. Piştî ku ajokar kontrola wesayîtê winda kir, kamyonet kete nav xendekê.
Piştî agahdarkirinê, tîmên bijîşkî û cendirmeyan sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Birîndar bi ambulansê ji bo dermankirinê birin Nexweşxaneya Dewletê ya Qaraqoçanê.
Li ser qezayê lêpirsîn destpêkir.
