Kallas: Nehêlin senaryoyên Iraq, Lîbya û Afganistanê li Sûriyê dubare bibe
PeyamaKurd - Wezîra Derve ya Yekîtiya Ewropayê (YE) Kaja Kallas, li ser rewşa nû ya Sûriyê ku Desteya Tehrir Şamê (HTŞ) deshilata Sûriyê girtiye ser xwe daxuyanî da.
Kallas di civîna Parlamentoya YE’yê de, li ser pêvajoya veguhêz a li Sûriyeyê ya piştî rûxandina rejîma Beşar Esed hişyarî da û bang li sûriyeyiyan kir ku xwe ji "senaryoyên tirsnak" ên wekî yên li Iraq, Lîbya û Afganistanê pêk hatine dûr bixin.
Kaja Kallas got: "Em di pêvajoyeke dîrokî de ne. Divê em azadiya gelê Sûriyeyê pîroz bikin."
Kallas diyar kir ku ev guhertin di heman demê de kêşeyeke mezin ji bo Sûriye û herêmê ye û da zanîn: “Li ser pêkanîna tundiyê bo komên olî, vegera tundrawiyê û valahiya siyasî, fikarên mezin hene.”
Herwiha Kallas bang li sûriyeyiyan jî kir, “Nehêlin senaryoyên metirsîdar ên li Iraq, Lîbya û Afganistanê dubare bibin.”
Kaja Kallas banga parastina mafên hemû pêkhateyên Sûriyeyê, parastina yekîtiya Sûriyeyê û rêzgirtina li xweserî û serweriya wê kir.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin