Kabîneya Kazimî projeyasaya budçeya 2020an disîna parlamenê

14 îlon 2020 23:42
Kabîneya Kazimî projeyasaya budçeya 2020an disîna parlamenê

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku projeyasaya bûdceya sala 2020 ya Iraqê îro ji aliyê hikûmetê ve tê pesendkirin û hefteya bê jî radestî parlementoyê tê kirin.

Parlementerê kurd û endamê firaksyona PDKê li parlementoya Iraqê, Şêrwan Dûpirdanî ji medya Kurdistanê ra daye xuyakirin, îro encumena wezîran ya Iraqê dê li ser projeyasaya bûdceya sala 2020 ya Iraqê bicive.

Şêrwan Dûpirdanî got, piştî ku projeyasa ji aliyê encumenê ve hat pesendkirin, tê pêşbînîkirin hefteya bê radestî parlementoyê were kirin û parlemento jî roja şemiya bê li ser bicive.

Hêjayî gotinê ye, ji ber ku hikûmeta Iraqê ya nû dereng hat avakirin û ji ber aloziyên siyasî, tenê beriya bidawîbûna sala 2020an bi du meh û nîvan budçeya 2020an pêşkeşî parlamenê dike.