''Bo rêkeftina budçeya 2021ê ya bi Kurdistanê re kiriye hilwesîne zext li Kazimî tên kirin''
PeyamaKurd – Bo rêkeftina budçeya sala 2021ê ya li gel Herêma Kurdistanê kiriye hilweşîne, hin aliyên Iraqê zextan li Mistefa Kazimî dikin.
Li gor endamê fraksiyona PDKê yê encûmena nûnerên Iraqê Beşar Kîkî li Basnewsê re daye zanîn: ‘’Hin aliyên ku bi taybet deng nedane Mistefa Kazimî ku bibe serokwezîrê Iraqê, zextan li Kazimî dikin, da ku ew rêkeftina li ser budçeya 2021ê li gel Herêma Kurdistanê pêk aniye sernekeve û bê hilweşandin. Hêvîdar im Kazimî nekeve bin bandorê û xwediyê biryara xwe be.’’
Herwiha destnîşan kiriye: ‘‘Hin alî hene ku heta niha bêdeng in, hin alî jî helwêsta wan baş e. Ji ber wê, li gor me eger Kurd li Bexda yekgirtî be û berî pejirandina budçeyê jî rêkeftin bê kirin, wê demê hemû hewldanên bo hilweşandin û lawazkirina rêkeftinê, dê bi sernekevin.’’
Beşar Kîkî eşkere kiriye: ‘’Pêwîst e naveroka rêkeftinê ya radestkirina 250 hezar bermîlên neftê rojene û nîvê dahata navxwe wek xwe bê bicîhanîn, ne wekî mûçe rasterast ji aliyê Bexdayê ve ji fermanberên Herêma Kurdistanê re bê dayîn. Ji ber ew tê wê wateyê ku Bexda wek parêzgeh danûstan li gel Herêma Kurdistanê dike, ew jî tê wateya Hikûmeta Herêma Kurdistanê lawazkirinê û em vê yekê red dikin.’’

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin