Iraq | Hikûmeta Kazimî projeyasaya leskeriya neçarî amade dike
PeyamaKurd - Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî, soza vegerandina sîstema leşkeriya bi naçarî û şandina projeyasayekê ji bo parlamentoyê da.
Endamê lijneya asayîş û berevaniyê li Parlamentoya Iraqê Ebdulxaliq Ezawî ragihand: “Di civîna lijneya wan a li gel serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî de guftûgo li ser sîstema leşkeriya bi naçarî kirine.”
Ebdulxaliq Ezawî eşkere kir ku Mistefa Kazimî di civînê de, soz daye encûmena wezîran projeyasaya leşkeriya bi naçarî di vê dema parlamentoyê de bişîne parlamentoyê, ku biryare parlamento sê roj berî hilbijartina pêşwext a 10ê Cotmeha 2021ê bê girtin.
Ezawî daye xuyakirin, endamên parlamentoyê rijd in li ser pejirandina projeyasaya leşkerîya neçarî, lê derengketina hikûmetê ya şandina projeyasayê ji bo parlamentoyê, wisa dike ku pejirandina wê projeyê bimîne dema pêş a parlamentoyê.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin