Iraq | Projeyasaya leskeriya neçarî hat bipasxistin

20 rêbendan 2021 18:41
Iraq | Projeyasaya leskeriya neçarî hat bipasxistin

PeyamaKurd - Endamê Lijneya Asayîş û Berevaniyê li Parlamentoya Iraqê Ebdulxaliq Ezawî ragihand ku pejirandina projeyasaya leşkeriya bi naçarî ji aliyê hikûmeta Iraqê ve hatiya paşxistin.

Ebdulxaliq Ezawî da xuyakirin, di vê dema parlamentoyê de projeyasaya leşkeriya bi naçarî nikare bê pejirandin ji ber ku projeyasayeke girîng e û pêwîstî lihevkirina aliyan heye ku gelek pirsgirêkên bên çareserkirin hene.

Ebdulxaliq Ezawî got, xizmeta leşkeriya bi naçarî dê xeteke wekhewiyê bo hemû pêkhateyên Iraqê ava bike û bi sedema ku hikûmeta naia ya Iraqê lezê nake ji bo temam kirina vê projeyasayê û bişîne parlamentoyê, hatiye paşxistin.

Ezawî diyar kir, dibe ku hikûmeta nû ya Iraqê ya bê ser kar li ser wê projeyasayê kar bike û bişîne parlamentoyê û l i parlamentoyê piraniya kutleyan ligel pejirandina wê projeyasayê ne.