Kabîneya hikûmeta nû ya rejîma Esed hat ragihandin: Ti Kurdekî tê de cî negirt

10 tebax 2021 20:47
Kabîneya hikûmeta nû ya rejîma Esed hat ragihandin: Ti Kurdekî tê de cî negirt

PeyamaKurd - Hikûmeta nû ya rejîma Sûriyê ya bi seroktiya Beşar Esed îro 10ê Tebaxa 2021ê bi fermî hat ragihandin. Di kabîneya hikûmeta nû de, tenê 3 wezîr hatin guhertin û berevajî heyamên berê ti Kurdek di hikûmeta nû de cî negirt.

Guhertina herî mezin a kabîneya nû ya hikûmeta Sûriyê, guhertina Wezîrê Ragihandinê ye û du wezîrên dewletê jî hatine diyarkirin. Yek ji wan namzedê hilbijartinên serokatiyê ye bi navê Ebdullah Selûm Ebdullah ku weke Wezîrê Dewletê hatiye destnîşankirin, beriya niha jî wezîrê dewletê bû ji bo karûbarên Encûmena Gel di salên 2016 – 2020an de.

Di kabîneya ku hatiye ragihandin de, çend wezîr hatine guhertin û kesên kabîneya berê ji bo wezaretên din bihev cîyê wan hatiye guherandin ku heman wezîrên berê di kabîneya nû de jî cih digirin.

Serokomarê Sûriyê Beşar Esed berî hilbijartinan gotibû, wê di kabîneya nû de pêkhateyên Sûriyê beşdar bin, lê di vê kabîneyê de ti Kurdek di hikûmeta Sûriyê de cih negirt.