Ji rejîma Esed gaveke derengmayî: Ji bo 4 parêzgehan 'herêma karesatê' hat ragihandin
PeyamaKurd – Hikûmeta Şamê ya rejîma Esed, piştî ku 5 roj bi ser erdhejên Mereşê de ku wêraniyeke mezin li Sûriyê jî bi xwe re aniye, herêmên karesatê ragihand.
Hat diyarkirin ku rêveberiya Şamê di roja 5emîn a erdhejê de, parêzgehên Heleb, Lazîqiyê, Hema û Idlibê ku ji ber erdhejê zirarên mezin dîtine, wekî herêmên karesatê ragihand.
Herwiha Neteweyên Yekbûyî û civaka navdewletî bang li rêveberiya Esed dike ku ji bo alîkariyên mirovî bigihin mexdûrên erdhejê deriyan veke û rê li ber alîkariyan negire.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) jî ragihandiye ku alîkariyên bo mexdûrên erdhejê ji aliyê rêveberên Şamê ve têne dizîn ku li bajarê Ceblê yê li gundewarên Lazîqiyê bi awayekî nebaş nêzî mexdûran bûne, alîkarî avêtine pêşiya wan û ew biçûk xistine.
Li gorî zanyariyên dawî di encama erdhejên 6ê Sibatê yên Bakurê Kurdistanê de ku li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê jî xisar û wêraniyeke mezin bi xwe re aniye, heta niha 8 hezar û 685 wefat û birîndar hatine tomarkirin.
Yek ji herêma ku herî zêde ziyan dîtiye Efrîn e ku li gorî çavkaniyên herêmê bi kêmî 2 hezar kesan can daye û hîn jî alîkariyên pêwîst negihîştine gelek herêman ku bajaroka Cindirêsê ji sedî 90ê wê wêran bûye.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin