Kabîneya Hikûmeta Kurdistanê li ser 3 babetên girîng dicive

25 sibat 2020 00:15
Kabîneya Hikûmeta Kurdistanê li ser 3 babetên girîng dicive

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, sibe 25ê Sibatê civîna asayî ya Encûmena Wezîran li dar dixe ku 3 mijarên; rewşa Iraqê, encamên serdana serokwezîr bo Ewropayê û amadekariyên dijî vîrusa koronayê têne gotûbêjkirin.

Li gorî ragihandina Hikûmeta Herêma Kurdistanê ev her sê babet di civînê de têne gutûgokirin:

1- Gotûbêjkirina dawî pêşhat û guhertinên li Iraqê û hewlên pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Federal a Iraqê.

2- Encamên beşdariya şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi Serokatiya Mesrûr Barzanî di Konferansa Munchenê û hevdîtinên li Îtalya û Vatîkanê tên nirxandin.

3- Plan, pêngav û rêkarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo rûbirûbûna metirsiyên Vayrûsa Korona bi amadebûna parêzgarên Herêma Kurdistanê tên guftûgokirin.