Ji Wezîrê Tenduristiyê hisyariyeke tund: Rews gelekî metirsîdar e, dernekevin!..
PeyamaKurd – Wezîrê Tenduristiya Hikumeta Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzencî ragihand ku heya niha bi giştî li Herêma Kurdistanê 233 kes bi vîrûsa koronayê ketine û bang li welatiyan kir ji ber ku rewş metirsîdar e di malên xwe de bimînin.
Dr. Saman Berzencî li Hewlêrê li ser amarên dawî yên tûşbûyên Covid-19 daxuyanî da û ragihand, heta niha li Herêma Kurdistanê 233 kes bi vîrûsa koronayê ketine û 3 welatiyan jî jiyana xwe ji dest daye.
Berzencî diyar kir ku rewşa welatiyekî jî nebaşe, lê 85 kes jî baş bûne û got, ji vê hejmarê 62 kes li Silêmanî, 17 kes li Hewlêr û 6 kes jî li Duhokê ne.
Wezîrê Tenduristiyê di dewamê de diyarkir ku tenê li taxa Karêzen a Hewlêrê, heya niha 32 kes bi koronayê ketine û got:
“Di 21’ê Adarê de li taxa Karêzan taziyeyek hebû. Welatiyek bi koronayê ketibû û wisan belav bûye. Li heman taxê piştî 2 rojan taziyeyek din hebû. Ji bo vê tîmên tenduristiyê lêkolînên xwe dewam dikin.”
Dr. Berzencî bang li welatiyên ku çûne wê şîniyê kir ku peywendiyê bi tîmên tenduristiyê re deynin û testên xwe çêbikin û heger pêwîst bike, ew dê taxê giştî jî bixin bin karantînayê.
Wezîrê Tenduristiyê wiha pê de çû: “Ew her du şînî, karek ne yasayî bûn. Berevajiyê biryarên ji bo pêşîgirtina belavbûna vîrûsê bûn. Ji ber beriya wê, hemû taziye û çalakiyên komî hatibûn qedexe kirin. Hêvîdarim kesên ku guman li ser wan hebe û nehatine dîtin, peywendiyê bi tîmên tenduristiyê re deynin. Herwiha bang li welatiyan dikim di malên xwe de biminin.”
Wezîrê Tenduristiyê got ku çiqasî welatî, rêkaran bicih neyînin wê ewqas jî vîrûs belav bibe, rewş gelek metirsîdar e, ji bo vê pêwîste her kes guh bide wezareta tenduristiyê.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin