Wezîrê Tenduristiyê rewsa dawî ya koronayê eskere kir
12 cotmeh 2020 17:53
PeyamaKurd - Wezîrê Tenduristiyê yê Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzincî, îro 12ê Cotmehê li Zaxoyê civîneke rojnamevanî li dar xist û amarên dawî yên pêketin û mirina ji ber vîrûsa Koronayê ragihandin.
Dr. Saman Berzincî got, di 24 demjimêrên borî de pêketina 720 kesan bi Koronayê hatiye tomarkirin û 26 kesan jî can daye ku 396 pêketiyên Koronayê jî baş bûne.
Wezîrê Tenduristiyê destnîşan kir, ji bo di vê werzê de hejmara pêketiyên Koronayê zêde nebin û rewş di bin kontrolê de be, divê welatî xwe biparêzin û maskan bikar bînin.
Hejmara giştî ya pêketiyên Koronayê li Herêma Kurdistanê bûye 56 hezar û 465 kes û heta niha 2 hezar û 18 kesan jî can daye.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Wezareta Tenduristiyê rewsa 24 saetên dawî ya koronayê eskere kir
17 mjd 2021
Jiyan
Wezîrên Ukrayna û Amerîkayê, li ser rewsa dawî axivîn
17 tbx 2022
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin