Ji Tenduristiya Hewlêrê hisyarî û agahiyeke metirsîdar: Li nav civakê…

07 nîsan 2020 14:24
Ji Tenduristiya Hewlêrê hisyarî û agahiyeke metirsîdar: Li nav civakê…

PeyamaKurd - Rêvebirê Tenduristiya Hewlêrê Dr. Dilovan Mihemed hişyariya belavbûna vîrusa korona da û got, niha vîrus derbasî nava civakê bûye, ji ber wê divê welatî xwe biparêzin û li malê bimînin.

Rêvebirê Tenduristiya Hewlêrê Dr. Dilovan Mihemed di civîneke rojnamevanî de ragihand, di çend rojên borî de hejmara pêketiyên bi korona li Hewlêrê zêde bûye, ew jî bi sedema danîna 2 şîniyan li taxeke Hewlêrê bû.

Dr. Mihemed diyar kir, heta niha li Hewlêrê 138 kes bi vîrusê ketine, ji nava wan 20 kes baş bûne û vgeriyane malên xwe, 118 nexweş jî li nava nexweşxaneyên Hewlêrê ne.

Dr. Dilovan Mihemed da zanîn, heta niha 4 nexweşxane li Hewlêrê ji bo çareserkirina pêketiyên bi vîrusa korona hatine dabînkirin.

Rêvebirê Tenduristiya Hewlêrê ragihand, niha virus derbasî nava civakê bûye, ji ber wê pêwîst e welatî xwe biparêzin û li malê bimînin.

Hêjayî bibîrxistinê ye, pêr 18, doh 41 û îro jî 5 haletên nû yên tûşbûna Covid-19 li Hewlêrê hatine tomarkirin ku piraniya wan jî ji ber danîna du şîniyan bi vîrusa korona ketine.