Ji WHOyê hisyarî: Omicron li 57 welatan belav bûye û nediyar e çiqas metirsîdar e!

10 berfanbar 2021 01:00
Ji WHOyê hisyarî: Omicron li 57 welatan belav bûye û nediyar e çiqas metirsîdar e!

PeyamaKurd - Rêxistina Tendirustiya Cîhanî (WHO) eşkere kir ku cûreya vîrusa korona ya bi navê Omicron li 57 welatan belav bûye û daxwaz ji welatan kir ji bo rê li ber belavbûna wê bigrin bikevin nav hewldanê.

 Rêveberê Giştî yê Rêxistina Tendirustiya Cîhanî Tedros Adhanom li Cenevê ragihandiye ku ya girîng çavdêriya rewşê bê kirin daku bizanin Omicron ji Delta bihêztir e yan na.

Tedros Adhanom gotiye: “Li Afrîkaya Başûr, hejmara pêketiyên Omicronê bilez bilind dibe. Lê Omicron di wê demê de hat destnîşankirin ku guhestina Deltaya xweguherî gelekî lawaz bû. Girîng e bi hişyarî çavdêriyê bikin ka li seranserê cîhanê çi diqewime daku fêm bikin ka gelo Omicron dikare asta metirsîdar a Deltayê bibezîne yan na. Ji bo vê yekê jî daxwazê ji hemû welatên cîhanê dikin ku çavdêrîkirin, testkirin û şopandina ji bo ya xweguherî zêde bikin. Mekanîzmayên me yên testkirinê kar dikin. Zanyarî li Afrîkaya Başûr wiha nîşan didin ku metirsiya dubare pêketina bi Omicronê heye, lê pêdiviya me bi zanyariyên zêdetir e daku bigihin encamên baş. Çend belge jî hene ku Omicron ji Deltayê lawaztir e, lê dubare dibêjim, hê gelekî zû ye bigihin encameke yekalîker. Her razîbûnek jî dibe sedema candana gelek kesan.”

Şêwirmendî Pizîşkî yê Serokê Amerîkayê Dr. Anthony Fauci jî berê gotibû, Omicron ji Deltayê ne metirsîdartir e ku niha %99.9ê pêketiyên koronayê li Amerîkayê hilgirê vîrûsa Deltayê ne.

Kompanyaya Pfizer a berhemhênera derziya koronayê jî daye zanîn ku derziya wan a bihêzker ango doza sêyemîn dikare berevaniyê li dijî Omicronê çêbike.