Ji Serok Barzanî bo wefata Cemal Nebez peyama serxwesiyê
PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî li ser wefata Profesor Dr. Cemal Nebez peyamek weşand.
Serok Barzanî di peyama xwe de got, “Bi mixabiniyê ve nûçeya koça dawî ya bîrmendê gelê me Profesor Dr Cemal Nebez gihîşt min. Profesor Dr Cemal Nebez xizmeteke zêde li warê rewşenbîrî û hişyariyê kiriye û cihê destê wî diyare û berhem û karên wî cihê pêzanînê ye.”
Serok Barzanî di peyama xwe de serxweşiya xwe pêşkêşî gelê Kurd, kesukar û dostên ronakbîr, nivîskar û rewşenbîrên Kurd kir.
PEYAMA SEROK BARZANÎ WIHA YE:
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Ji bo malbata rêzdarê xwedê jêrazî Profesor Dr. Cemal Nebez
Bi mixabiniyê ve nûçeya koça dawî ya bîrmendê gelê me Profesor Dr Cemal Nebez gihîşt min.
Profesor Dr Cemal Nebez xizmeteke zêde li warê rewşenbîrî û hişyariyê kiriye û cihê destê wî diyare û berhem û karên wî cihê pêzanînê ye.
Li vê helkefta xemgîn da, pirse û serxweşiyên xwe pêşkêşî we û kesukar û dostên xwedê jêrazî û hemû ronakbîr û nivîskar û rewşenbîran dikim.
Ji xwedayê mezin hêvîdarim giyanê xwedê jêrazî bi bihûşta fireh şad bike û sebir û aramiyê jî bi me hemû aliyek bibexşê.
Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)
Mesûd Barzanî
08.12.2018

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin