Ji profesorê pisporê vîrûsa Ebola sîroveya tirsnak: Cudahiya Ebola û Covid-19 çi ye?

13 adar 2020 19:24
Ji profesorê pisporê vîrûsa Ebola sîroveya tirsnak: Cudahiya Ebola û Covid-19 çi ye?

PeyamaKurd – Yek ji zanyarê Belçîkî ku vîrûsa Ebolayê keşf kiribû, profeser Peter Piot, derbarê vîrûsa koronaya nû Covid-19 de daxuyanî da.

Piot li ser vîrûsa korona ku li seranser dinyayê bandor li ser bêhtirî 120 hezar kesan kiriye dibêje, “Ev rewşeke ji Ebolayê gelekî xirabtir e.”

Prof. Piot ku hîndekarê London School of Hygiene and Tropical Medicineyê diyar dike ku potansîyela nexweşîna covid-19 heye ku veguhere rewşeke gelekî xeter.

Piot dibêje: “Ebola ji temasa gelekî nêzîk ya mirovan belav dibe û her çiqas mirov jê bitirsin tê kontrol kirin, lê cureya korona vîrûsa nû bi rêya hilmijînê belav dibe ku gelekî berbelavtir e. Çimkî di qirikê de bêhtir vîrûs dihewin. Yanî dema mirov bipeyive jî tûşî vîrûsê dibe.”