Di 18 saliya xwe de bû profesorê herî ciwan ê cîhanê

04 tebax 2026 13:32

Nathan Thomas ê ji Amerîkayê, di 18 saliya xwe de li zanîngehê dest bi mamostetiya endezyariyê kir û bû profesorê herî ciwan ê li cîhanê. Posta wî di Rekorên Guinness ên Cîhanê hat tomarkirin.

Di 18 saliya xwe de bû profesorê herî ciwan ê cîhanê

RûpelNews - Nathan Thomas ê ku li eyaleta Florîdayê ya Amerîkayê dijî, di 18 saliya xwe de li zanîngehê dest bi mamostetiyê kir. Wî bi vê serkeftina xwe rekorek şikand û serkeftineke dîrokî li ser navê xwe nivîsand.

Li gorî daxuyaniyeke Guinness World Records, Thomas di Tebaxa 2023an de, bi destpêkirina dersên endezyariyê li Koleja Miami Dade berî ku bibe 18 salî, sernavê "profesorê mêr ê herî ciwan ê cîhanê" bi dest xist.

Ev post 306 salan di destê Colin Maclaurin de bû yê ku di 19 saliya xwe de li Zanîngeha Aberdeen a li Skotlendayê bûbû profesorê matematîkê. Maclaurin di sala 1717an de dest bi profesorya xwe kiribû.

Thomas herwiha bi ferqa 16 rojan ji Alia Sabur, a ku di sala 2008an de di 18 saliya xwe de li Zanîngeha Konkuk a Koreya Başûr bûbû profesor, derbas bû û bi vî awayî sernavê profesorê herî ciwan ê hemû deman ê cîhanê bi dest xist.