Pisporên saxlemiyê li hemberî vîrûsan van xwarin û vexwarinan pêsniyar dikin

13 adar 2020 17:40
Pisporên saxlemiyê li hemberî vîrûsan van xwarin û vexwarinan pêsniyar dikin

PeyamaKurd  Pisporên saxlemiyê li hember vîrûs û şewban, van xwarin û vexwarinan pêşniyar dikin.

Li gorî nûçeya Rojnameya Spanyolî La Vanguardia,Sîra ku wekî antîbakteriyel, antîviral û antîfungal tê qebûlkirin, di rêza yekemîn a lîsteyê de cî girt. Piştî sîran behîv û tûşembî tên.

Pisporên saxlemiyê ji bilî van, ava mirîşk û şamiyan; patates, vîtamîn, mîneral, antîoksîdan û brokoliye pêşniyar dikin.

Di lîstê de herwiha kumik, çîkolataya bitter, narenciye, hinar, kîvî, papaya, espenax, genim, îstîrîdye û berhemên behrê hene.

Herwiha zencefîl, zerdeçal, çaya kesk û kefîr hat pêşniyar kirin.