Ji Neteweyên Yekbûyî banga derziya koronayê...
19 nîsan 2020 13:59
PeyamaKurd- Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterress li ser xebatên berdewam li seranser dinyayê yên bo çêkirina derziyeke dermanê nehiştina vîrusa koronayê bangewazî kir.
Guterres li ser hesabê xwe yê medya civakî got, “Ji bo Covid-19 pêdivî bi hevpeymaneke navdewletî heye ku derziyê bê çêkirin, her kes li her derê bikare xwe bigihînê.”
Heta niha ji vîrusa koronayê bêhtirî 60 hezar mirov mirine û 2 milyon û 300 hezar zêdetir kes jî tûşî wê nexweşiyê bûne ku hejmar her diçe zêdetir dibe.
Xebatên ji bo derzî û dermanê Covid-19 jî li seranser dinyayê ji aliyê zanyaran ve berdewam dikin, lê heta niha ti dermanekî bi bandor nehatiye çêkirin.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Nûnerê Neteweyên Yekbûyî banga besdarbûna hilbijartinan kir
18 cot 2024
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin