Ji NATOyê daxuyaniya êrîsa ser mala Kazimî
07 mijdar 2021 23:00
PeyamaKurd – NATOyê êrîşa roja Yekşemê danê sibehê ya bi dronan a ser mala Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ya li Herêma Kesk a Bexdayê, şermezar kir.
Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg li ser medya civakî êrîşa ser mala Kazimî şermezar kir û got: "NATO piştevaniya saziyên hêzên ewlehiya Iraqê yên têkoşîna terorê didin û parastina serwerî û serxwebûna Iraqê dikin, dike.”
Mistefa Kazimî piştî êrîşê ragihandibû ku ew bi silamet e û gotibû: “Ez berê û hîn jî projeya fedekarî ya Iraq û gelê Iraqê me, moşekên xiyanetê baweriya me naşikîne û îsrara hêzên me yên ewlehiyê yên qehreman ji bo parastina ewlehiya xelkê û bidestxistina maf û bicihkirina yasayê nahejîne.”
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Ji Rûsyayê daxuyaniya îhtimala êrîsa Amerîkayê li ser Îranê
30 rbn 2024
Jiyan
Reutersê hurgiliyên êrîsa ser mala Kazimî eskere kir...
08 mjd 2021

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin