Ji Kazimî daxuyaniya êrîsa ser baregeha PDKê: Nabe vegerin pevçûnên mezhebî
PeyamaKurd - Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî derbarê êrîşa li ser Liqa 5 a Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û şewitandina Ala Kurdistanê de, peyamek belav kir û ragihand, hejmarek tohmetbar hatine desteserkirin.
Mistefa Kazimî li ser medya civakî da xuyakirin: “Em li dijî destdirêjiyên ser baregeha PDKê ne, me hinek kes desteser kirine, em li pey yên din in jî.”
Mistefa Kazimî li ser bûyera 17ê Cotmehê ya li Bexdayê ya êrîşkirina ser baregeha PDKê bi zimanên Kurdî û Erebî peyamek belav kir û tê de got: “Vegera pevçûnên mezhebî nabe, yan bi dijminkirina ji birayan ji bo amrazên siyasî û me ev qonax bi hev re derbas kir.”
Serokwezîrê Iraqê behsa êrîşên li Beled û Bexdayê kir û diyar kir: “Tawana li Beledê redkirî ye, herwiha destdirêjiya li ser baregeha PDKê. Em li dijî destdirêjiyên li ser Iraqiyan radiwestin, me hinek kes desteser kirine ku dest tê de hebûn, em li pey ewên din in jî.”
Doh Şemiyê Heşda Şeibî êrîşî avahiya Liqa 5 a Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ya li Bexdayê kiribû û şewitandibû. Herwiha yi dîmenên vîdyoyî yên dema êrîşê de, hat dîtin ku alîgirên Heşda Şeibî, ji bilî şewitandina baregeha PDKê, Ala Kurdistanê jî şewitandin û flamaya Heşda Şeibî li ser avahiyê bilind kirin ku bertekên tund bo vê rûreşiya Heşda Şeibî hatin nîşandan.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin