Kazimî ji bo êrîsa ser ofîsa PDKê ferman da
PeyamaKurd – Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî, derbarê êrîşa ser ofîsa Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ya Bexdayê de ku şeva borî rastî êrîşa milîsên Heşda Şeibî hatibû axivî.
Kazimî li ser şewîtandina ofîsa PDKê û mijara têkoşîna dijî terora DAIŞê bi berpirsên ewlekariya Iraqê re civiya.
Piştî civînê hat ragihandin ku Kazimî ferman daye, rayedarên ewlekariyê yên di encamdana êrîşa ser ofîsa PDKê de qisûra wan heye ji kar bên avêtin û werin binçavkirin.
Kazimî herwiha got: “Divê nehêlin krîza siyasî bandorê li ser Iraqê bike. Ji ber vê jî bang li hêzên ewlekariyê dikim, erkên xwe bicih werînin, navendên partiyan û civînên welatiyan biparêzin û di dema bûyerên civakî de berevaniyê bikin.”
Kazimî diyar kir ku ew bûyerên aştiya civakî dixin xeterê red dikin û pêwîste hêzên ewlekariyê jî wan aliyan asteng bikin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin