Kazimî: Min ji bo girtina tawankarên êrîsa Hewlêrê ferman da
PeyamaKurd - Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî, êrîşa moşekî ya li ser Hewlêrê weke êrişeke terorîstî bi nav kir û got, “Armanca vê êrîşa terorîstî ya ku Herêma Kurdistanê kire armanc, tevdana alozîyê û tevlîhevkirinê ye.”
Mistefa Kazimî di civîna îro 16ê Sibatê ya Encûmena Wezîran a Iraqê de li ser êrîşa şeva borî ya ser Hewlêrê got, ew êrîş di demekê de ye ku hikûmeta Iraqê hewlên mezin dide ji bo aramkirina rewşê li navçeyê.
Kazimî da zanîn: “Ev êrîşa terorîstî hevdem e li gel hewldanên mezin ên hikûmeta Iraqê ji bo aramkirina rewşê li navçeyê û dûrxistina welat ji milmilaniyan, ji bo ku Iraqê nebe hewşa piştê.”
Serokwezîrê Iraqê tekez kir ku wî ferman daye ji bo girtina tawankaran lêkolîneke hevbeş di navbera Hikûmeta Federal û Hikûmeta Herêmê de bê kirin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin