Ji Rûsyayê daxuyaniya îhtimala êrîsa Amerîkayê li ser Îranê
30 rêbendan 2024 21:52
PeyamaKurd – Berdevkê Kremlinê Dmitriy Peskov, li ser egera bersiva Amerîkayê ya êrîşa ser bargeha li sînorê Urdin-Sûriyê ku leşkerên Amerîkî tê de hatibûn kuştin, daxuyanî da û got ku ew êrîşeke bersivê ya li ser Îranê bi erênî pêşwazî nakin.
Peskov li Moskowê ji rojnamevanan re ragihand, pêwîste li herêmê gavên kêmkirina rageşiyê bên avêtin û wiha axivî:
“Em di wê baweriyê de ne, rageşiya li herêmê gihîştiye asteke metirsîdar. Niha dema avêtina gavên kêmkirina rageşiyê ye. Bi taybetî jî yekane tişta ku rê li ber berfirehnebûna şer û pevçûnan li Rojhilata Navîn bigre ev e. Ev ji bo me gelekî girîng e.”
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Pistî êrîsa Rûsyayê Tirkiye û Amerîkayê pêwendî danîn
04 îln 2018
Cîhan
Daxuyaniya yekem a Amerîkayê li ser êrîsa Hewlêrê
16 rbn 2024
Cîhan
Ji Amerîkayê daxuyaniya êrîsa ser Kelgeha Kormorê
26 hzr 2022
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin