Ji Nêçîrvan Barzanî peyama sala nû ya hicrî
07 tîrmeh 2024 16:30
PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya destpêka sala nû ya Hicrî (Koçî) peyamek belav kir.
Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe ya ser hesabê Xê de got: “Ez di yada 1ê Muheremê û serê sala nû ya 1446an a Koçî de hemû Misilmanên li Iraq, Herêma Kurdistanê û cîhanê pîroz dikim. Ez hêvîdar im ji bo hemû kesî bibe sala serkeftin, xweşî û halxweşiyê û bi xwe re aştî û aramiyê bîne.”
Nêçîrvan Barzanî xwest ku sala nû ya koçî ji bo bihevrejiyan û hevqebûlkirina hemû dîn û neteweyan bibe derfet û teşwîqkar û wiha pê de çû: “Werin em hemû bi hev re xizmeteke baştir ji gelê xwe û welatê xwe re bikin. Hemû salên we bi xweşî bin û Xwedayê mezin we biparêze.”
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Nêçîrvan Barzanî, sersala Hicrî pîroz kir
19 trm 2023
Jiyan
Erdogan sala nû ya Nêçîrvan Barzanî pîroz kir
01 rbn 2025
Jiyan
Çavusoglu peyama pîrozbahiya cejna Newrozê ji Nêçîrvan Barzanî re sand
21 adr 2023
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin