Ji Mesrûr Barzanî peyama ‘Roja Tenduristiyê ya Cîhanê’

07 nîsan 2021 19:13
Ji Mesrûr Barzanî peyama ‘Roja Tenduristiyê ya Cîhanê’

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 7ê Nîsanê di Roja Tendirustiyê ya Cîhanê de, peyamek belav kir û tê de piştgiriya xwe ji bo sektora tendirustiyê û karmendên anî ziman.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê Twitterê got: “Di roja Tendirustiyê ya Cîhanê de, em spasiya bijîşk û karmendên tendirustiyê dikin û ji bo bicihanîna erk û karên wan ên rojane em piştevaniya wan dikin.”

Mesrûr Barzanî destnîşan kir: “Em ê alîkariyên zêdetir weke handana tîmên rûbirûbûnê xerc bikin, em hêvî dikin ku welatiyên me bêhtir pabendî rênimayên xwepêraziyê bibin.”