Ji Mesrûr Barzanî peyama jenosîda Helebceyê: Hikûmeta Iraqê erka xwe bicih neanî

16 adar 2025 12:46
Ji Mesrûr Barzanî peyama jenosîda Helebceyê: Hikûmeta Iraqê erka xwe bicih neanî

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bi boneya 37emîn salvgera kîmyabaran û komkujiya Helebceyê de, îro 16ê Adarê peyamek peyamek belav kir.

Serokwezîr Barzanî di peyama xwe de got, “Cihê mixabiniyê ye, hikûmeta federal erkê xwe yê destûrî û yasayî ji bo qerebûkirina malbatên qurbanî û şehîdên Helebce û Enfalê pêk neaniye.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî ragihand, “Di salvegera kîmyabarana Helebce û derdora wê de, em bi rêz û hurmet şehîdên vê komkujiya rejîma berê ya Iraqê bibîr tînin û herdem di bîra me de ne. Pêzanîna me ya mezin bo qurbanîdana xelkê niştimanperwer û têkoşer ê Helebce heye, bi taybetî birîndarên wê karesatê û xizmên serbilind ên şehîdan.”

Mesrûr Barzanî da zanîn, “Her çendê hinek ji berpirsên sereke yên vê tawanê hatine cezakirin, lê tevî derbasbûna 37 salan bi ser vê karesata mezin re, heta niha birînên vê tawanê derman nebûne. Lewma erkê me hemûyan e ku kar ji bo baştir nasdana jenosîda Helebce, Enfal û hemû tawanên din ên li dijî gelê Kurdistanê hatine kirin û xizmetkirina malbatên şehîd û qurbaniyên van tawanan bikin.”

Di berdewamê de got: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi erkê xwe yê sereke dizane ku xizmeteke layîq ji xelkê Helebce û qurbaniyên jenosîda gelê Kurdistanê re bike. Di van salên dawî de çendîn projeyên xizmetguzarî di warên cuda de li parêzgeha Helebce pêk anîne, lê em dizanin ku Helebce pêwîstiya wê bi xizmetguzariyên zêdetir heye. Di vê derbarê de em welatiyan û mexdûrên parêzgeha Helebce piştrast dikin ku di paşerojê de emê zêdetir û baştir xizmeta wê navçeyê bikin.”

Serokwezîr Mesrûr destnîşan kir: “Ewê cihê mixabiniyê ye, hikûmeta federal erkê xwe ya destûrî û yasayî ji bo qerebûkirina malbatên qurbanî û şehîdên Helebce û Enfalê pêk neaniye. Heta niha jî Encûmena Nûneran proseya pêkanîna parêzgeha Helebceyê pesend nekiriye. Ji ber vê yekê em daxwaz dikin ku êdî qurbaniyên Helebçeyê neyên paşguhkirin û bi awayekî hêja bên qerebûkirin û di zûtirîn dem de parêzgarîbûna wê were pesendkirin.”