Ji Leyla Zana peyama govendan: Zorê nedin sînorên Kurdan!
PeyamaKurd - Siyasetmedara Kurd Leyla Zana, li ser girtin û binçavkirin û hedef nîşandana kesên bi stranên Kurdî govend û dîlanê dikin, peyamek belav kir.
Leyala Zana piştî ku ji aliyê nijadperestên Tirk ve li ser medya civakî bi mebesta hedef nîşandanê belavkirina dîmenên govend û stranên Kurdî li dawetan û deverên din û girtina hin kesan ji ber beşdariya govendan, nerazîbûn nîşan da.
Zana li ser hesabê xwe yê medya civakî Xê peyamek belav kir û derbarê desteserkirina hin kesan li gelek bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi hinceta stranên Kurdî û govedan got, zorê li sînorên Kurdan nekin.
Leyla Zane wiha got: “Zorê li sînorên Kurdan nekin! Eger hûn dixwazin em bi stranên Kurdî, bi def û zirne û bi sloganan dakevin qadan, em ê bi kêfxweşî vê bikin!”
Li aliyê din parlamenterê DEM Partiyê Sirri Sakik jî li parlamentoyê, li ser mijarê bertek nîşan da û bang li Kurdan kir her li ku dera cîhanê bin, li her derê dest bi helmeta govendan bikin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin